BI DÎMEN

Jinên Kobanê: Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' wê pergala desthilatdariyê têk bibe

Jinên Kantona Firatê diyar kirin ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ wê dawî li pergala desthilatdariyê bîne û gotin, ew ê bi vî ruhî rêxistinbûn û hevgirtina xwe xurtir bikin û azadiya xwe pêk bînin.

Li ser qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' yê dewleta Îranê re du sal derbas bû. Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî bi hezaran gel li Îran û Rojhilatê Kurdsitanê daketin qadan û li dijî sîstema desthilatdariyê serî hildan.

Têkildarî wê jinên Kobanê ji ANF`ê re axivîn û diyar kir ku ew dirûşmeya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatibû berzkirin, bûye çavkaniya azadiya tevahî jinên cîhanê ye.

‘JIN BI DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ LI DIJÎ PERGALA BAVIKSALARÎ DERKET’ 

Ji Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir anî ziman ku li ser bûyera qetilkirina Jîna Emînî bi hezaran jin li dijî pergala desthilatdariyê daketin qadan û daxwaza azadiya xwe kirin. Bekir wiha axivî, “Di encama serhildanê de bi sedan jin hatin binçavkirin û hatin dîlgirtin. Gelek ji wan bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin. Pergal her tim dixwaze desthilatdariya xwe li ser civakê û jinan ferz bike. Lê jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bersiv da pergalê û diyar kirin ku pergala baviksalarî wê negihêjê armanca xwe. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî bi felsefeya Rêber Apo re derket holê. Têkoşîna jin çavkaniya xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo digire.”

‘FELSEFEYA  ‘JIN JIYAN AZADÎ’ WÊ DAWÎ LI PERGALA DAGIRKER Û QIRKER BÎNE’

Zozan Bekir da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê jî jin xwe li ser bingeha dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rêxistin kirine û li dijî desthilatdariyê serî hildane û wiha dom kir, “Bi hezaran jin li Kurdistan û tevahiya cîhanê li dijî pergala baviksalarî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ rabûn ser piyan. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û fikrê Rêber Apo jin wê rêxistinbûna xwe bihêztir bikin û pergala serdest têk bibin.”

‘BERDÊLA AZADIYÊ GELEKÎ GIRAN E’

Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarokê Şêranê Nadiya Hiso jî destnîşan kir ku pergala serdest û qirker her tim dixwaze jin mîna kole bijî û daxwaza mafê xwe neke û wiha domand, “Bi qetilkirina Jîna Emînî re car din, ruhê berxwedêr a jin a li dijî zîhniyeta serdest derket pêş. Hişmendiya rêxistinbûn û hevkariyê di nava jinan de zêdetir bû. Berdêla azadiyê gelekî girane. Jîna Emînî jî yek ji jinên ku bi xwîna xwe navê xwe li dîroka berxwedaniya jinê neqişand. Jîna Emînî bû wesîle ku tevahî jinên cîhanê rabin serhildanê û behsa mafê xwe bikin. Têkoşîna me weke jin wê li dijî pergalê hê xurtir berdewam bike. Em ê bi ruhê Sakîne û hemû jinên şoreşger bi serkevin.”

‘PERGALA DESTHILATDAR JI HÊZA JIN A RÊXISTINBÛYÎ DITIRSE’

Berdevka Mala Jin a Qinê Semîre Helac, da zanîn ku bi hezaran jin bi saya Jîna Emînî daketin qadan û daxwaza maf kirin û got, “Pergala desthilatdarî ji hêza jin a rêxistinbûyî ditirse û ji ber vê bênavber dike hedef û komkujiyan pêk tîne. Ew raperîn û serhildana li dijî sîstemê ku di şexsê Jîna Emînî de derketiye holê, bi saya felsefeya Rêber Apo ye. Em ê jî bi vê ruhê li ber xwe bidin."

Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir da xuyakirin ku jina ciwan Jîna Emînê bi hinceta porê wê xuya bûye, di encama êşkenceyê hov a hêzên desthilatdariya Îranê de hat qetilkirin û got, “Li dijî vê hovîtiyê li seranserê cîhanê jin bi yek dengî gotin ‘Jin Jiyan Azadî’. Em ê bi vî ruhî bigihêjin azadiya xwe.”