Li Til Berakê şehîd hatin bibîranîn

Şehîdên meha Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi tevlîbûna gelek kesan li Til Berakê hatin bîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 56 şoreşgerên di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, merasîmek li dar xist. 

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat.

Piştî pêxistina mûman û deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Seed Xelef axivî û got: "Her dilopeke xwîna şehîdan dara welat av da. Her giyaneke şehîd qeydên zordestan şikandin. Her sêwiyek bi rondikên xwe bedena bavê xwe şûşt. Şehîd meşale ne ku rêya nişfan ronî dikin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Welîd El Xefo jî şehîdên azadiyê bi bîr anî û banga domandina xeta şehîdan kir.

Piştre sînevîzyoneke wêneyên 56 şehîdan hat pêşandan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.