Cenazeyê şehîd El Hesen li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen li Hesekê hat veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎD

Şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Feysel Ferhan El Hesen ê ku di encama nexweşiyê de di 11.09.2024ʹan de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar ê bajêr veşartin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî sersaxî da malbata şehîd.

Fatme El Elî wiha got, "Şehîd Feysel El Hesen rojekê dev ji çeka xwe berneda û beşdarî tevahî erkan bû."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhat Hesekê jî axivî û got, "Şehîd Feysel El Hesen yek ji lehengan bû ku li dijî komên terorîst, di serî de çeteyên Erdogan, şer kir."

Demhat Hesekê di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan, parastina ewlehî û îstîqrara welat da.

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Hemo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.