Xelkê kantona Cizîrê li dijî pergala êşkence ya li Îmraliyê meşiyan

Xelkê kantona Cizîrê li dijî pergala êşkence ya li Îmraliyê li Dirbêsiyê meşiyan.

Xelkê Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê meşiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.

Şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi armanca şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Dirêbisiyê kom bûn û meşek li dar xist.

Şêniyan ji Qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" hatin vekirin. Her wiha dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Şênî li Qada Şehîdan sekinîn. Li vir endamê Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Dirbêsiyê Fadî Hesen axivî. Fadî Hesen diyar kir ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan çareser dibin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ê li dijî sîstemên înkar, qirkirin û çewistandinê têdikoşe girtîgeha Îmraliyê kiriye navenda belavkirina ramanên azadiyê."

Endama Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bajarê Til Temirê Ayhan Yûnis bang li tevahî gelan, jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah têkoşînê geş bikin.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.