Li Hesekê ji bo 2 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Ji bo şervanê QSD'ê Hedem Gabar û endamê Hêzên Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemada yên li Dêr Hafir û Hesekê şehîd bûn, li Hesekê merasîmek hate lidarxistin.

Ji bo şervanê QSD'ê Herdem Gabar (Beşîr Mihemed) ku di 18'ê Sibatê de li Dêr Hafirê şehîd bûbû û şervanê Erka Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemada ku 20'ê Sibatê li Hesekê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê merasîmek hat lidarxistin.

Şêniyên Hesekê û koçberên Efrînê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser di merasîmê de amade bûn.

Di merasîma de wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG û YPJ'ê hatin bilindkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hirêz axivî. Ehmed Hirêz sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku şehîd ji bo ku rûmet û destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin gihaştin asta şahadetê û got: "Em ê di rêça şehîdan de heya dawiyê li hember dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî bal kişand ser kesayetên her du şehîdan û destnîşan kir ku ji bo azadî û aramiya hemû pêkhateyên li herêmê wan şehîdan li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe daye û bi qehremanî gihaştine asta şehadetê.

Dêrsîm Hesekê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û diyar kir ku berxwedana li Tişrîn û Qereqozaqê ji dagirkeriyê re peyama herî xurt e.

Li ser navê malbata şehîd Herdem Gabar Hêvî Mihemed jî destnîşan kir ku şehîd Herdem ji bo gelê Efrînê û hemû pêkhateyên li herêmê aram û azad bijîn, heya dawiyê tê koşiyaye û gihaştiye asta şehadetê.

Piştî axaftinan li qeyda dengê şehîd Herdem Gabar ku tê de peyama tevlêbûna xwe ya li nava refên têkoşînê dide, hat guhdarîkirin. Şehîd Herdem dibêje: “Bavê min, ez û xwişka min tev li nava tevgera azadiyê kirin û wî her tim ji me re digot di xeta azadiyê û rûmetê de bimeşin. Xwesteka wî bû ku em xwedî li ax û welatê xwe derkevin, li ser vî esasî em ê jî li ser soza xwe bin.”

Piştî ku wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan spartin axê.