Cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş hate veşartin

Ji fermandarên QSD'ê cenazeyê şehîd Rêzan Orkêş li Amûdê bi merasîmekê hate veşartin.

MERASÎMA CENAZE

Fermandarê QSD’ê Rêzan Orkêş (Mihemed Hesen) ku 18’ê Sibatê li bajarê Dêr Hafirê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wî de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir a bajarê Amûdê hat oxirkirin.

Şêniyên bajar û gundewarên Amûdê, endamên saziyên sivîl û meclisên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û ji fermandarên QSD’ê Kanî Ehmed tê de axivî û li ser kesayeta şehîd Rêzan wiha got: "Şehîd Rêzan beşdarî berxwedana Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê bû û fermandarê eniya Dêr Hafirê bû. Em soz didin em ê şopdarên rêya şehîdan bin û tola wan hilînin.”

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed jî bal kişand ser berxwedana gel a li Bendava Tişrînê û wek berxwedaneke dîrokî bi nav kir. Ehmed soza domandina xeta şehîdan da.

Di dewama merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Emar El Qadirî jî li ser nirxên şehadetê di olan de diyar kir ku şehîd her tim zindî ne.

Bavê şehîd Rêzan, Kîwan Hesen diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û anî ziman ku şehîd Rêzan şehîdê Kurdistanê ye.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.