Li Kobanê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên Şervanê QSD’ê Qehreman Êlcax ê li Kobanê şehîd bû û endamê Hêzên Komandos Qendîl Xizênê yê li Helebê şehîd bû, hatin veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINÊ

Şervanê QSD’ê Qehreman Êlcax (Salih Mihemed Selîm) ku 20 Sibata 2025’an li gundê Şêxler ê li rojavayê Kobanê şehîd bûbû û şervanê Hêzên Komandos Qendîl Xizênê (Bekirî Bekir) ku 1’ê Kanûna 2024’an li Şêxmeqsûd şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin spartina axê.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û meclisên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sozdar Şêxo sersaxî ji malbata şehîdan re xweset û soza domandina rêya şehîdan da.

Sozdar diyar kir ku şehîdan ji bo azadiya gelê xwe û parastina herêmê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê canê xwe feda kir û ev tişt anî ziman: “Divê em xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û tola şehîdên xwe ji dijminê hov hilînin. Em ê hem tim li hemberî êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê tiştek li pêşiya me tune ye.”

Sozdar di dawiya axaftina xwe de soza domandina xeta şehîdan da.

Piştra wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin definkirin.