BI DÎMEN

Ji bo tevlî berxwedana li Bendava Tişrîn bibin, bi rê ketin

Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo berxwedana li Bendava Tişrîn dewr bigirin, bi rê ketin.

NOBETA BERXWEDANÊ

Îro sibê karwaneke şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tevlî çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê bibin ber bi bendavê ve ketin rê.

Bi dehan jin, ciwan, kal, hunermend û rewşenbîran li çerxerêya Firûsiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kom bûn û piştî ku karwanê ji Dêrazorê gihişte wan ber bi bendavê ve ketin rê.

Tê payin ku şêniyên kantona Tebqayê li kampa Mehmûdlî ya gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê tevlî karwanê şêniyên kantonên Reqa û Dêrazorê bibe.