Rêveberiya Xweser: Em ê nebin parçeyeke ji kongreya ku têde nûnertiya me nayê kirin

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê nûnertiya gelê Sûriyeyê nake û got: “Em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê qaşo "Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Sûriyeyê" ku li Şamê hatiye lidarxistin de, daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Ji dema hilweşandina rêjîma BAAS’ê ve, gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hêvî ye ku Sûriyeyeke yekgirtî, bêyî dûrxistin an jî paşguhkirinê, ji bo tevahî Sûriyeyiyan were avakirin. Kongreya nîştimanî jî yek ji daxwazên gelê Sûriyeyê bû ku armancên şoreşa ku bi ser re 14 sal derbas bûne, ye. Ji destpêka hilweşandina rejîma berê ve, hemû gelên Sûriyeyê bi hêviya lidarxistina kongreya diyaloga niştîmanî û gavên pratîkî yên avakirina dewletê bûn.

Lê ev gavên ku rêveberiya demkî li Sûriyê di mijara diyalog û beşdariyê de avêtine ne li gorî hêviyan bûn. Ji destpêkê ve diviyabû ku komîteyeke yekgirtî ji bo amadekirina vê diyalogê bihata avakirin û paşê li ser kesên ku dê beşdar bibûna nîqaş bihatana kirin. Dûre diviyabû kongreya diyaloga niştîmanî ya giştî bihata avakirin. Lê tiştên bûye û niha dibe dûrî tevahî hêviyên Sûriyeyiyan e.

Lê komîteya ku ji bo amadekirina kongreyê hatiye avakirin nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê nekir, heta daxuyaniyên wan dûrî zimanê diyalogê û nêzbûna nêrînan bûn. Li gelek parêzgehên Sûriyeyê bi navê diyaloga nîştimanî civîn hatin lidarxistin, lê ev civîn tenê siyasetên ku gelê Sûriyeyê ji bo tunekirina wan têkoşiyaye, nîşan dide. Îro û piştî wan civînên ku nûnerên rast ên gel beşdar nebûne diyar bû ku ew civînên dûrxistin û paşguhkirinê ne û mozaîka gelê Sûriyeyê di ber çavan re nehatiye girtin.

Li paytext Şamê kongreya bi navê diyaloga niştîmanî tê lidarxistin, em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar dikin ku gelê Sûriyeyê dikare birînên xwe derman bike û bi rêya diyaloga niştîmanî ya rasteqîn di navbera pêkhateyan û etnîkên gelê Sûriyeyê de, Sûriyeyeke demokratîk û pirrengî ava bike.

Em dibêjin ku ev kongre nûnertiya gelê Sûriyê nake. Em beşek ji Sûriyê ne û nûnertiya me nehat kirin û em ji naveroka vê kongreyê ne razî ne û em nabin beşek ji pêkanîna encamên wê.

Em careke din dibêjin ku em weke gelê Sûriyê armanca me ya yekem û dawîn ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve ew e ku civaka Sûriyeyê ji zilm, dijminahî, siyasetên vederkirin û paşguhkirinê rizgar bikin û însiyatîfên me yên girîng di vê çarçoveyê de hebûn. Em îro jî xwestekên xwe ji bo lidarxistina kongreyeke rast ku nûnertiya hemû gelê Sûriyeyê bike, tu kesî bi dûr nexe û paşguh neke, nû dikin.

Em bang li gelê xwe yê Sûriyeyê dikin ku em ê xebatên xwe ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe bidomînin da ku em layîqê berdêlên ku me dane bin, hêvî û xwestekên gelê xwe pêk bînin."