Nivîsgeha Têkiliyên Giştî yên Meclîsa Sûriyeya Demoktîk (MSD) di bin serenavê Sûriye û Perspektîfên çareseriyê li mala Êzidiyan a bajarê Tirbespiyê panelek lidar xistin. Di panelê de endamên Rêveberiya Xweser, Rûsipiyên civakê, Rêxistina Asûrî, Êzidî, Sûryanî, Endamên saziyên civaka sivîl û endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk amade bûn. Her wiha ala serxwebûna Sûriyeyê û ala Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatibûn hildan.
Di destpêkê de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û piştre Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Baqî Hemza beşdarvanên panelê silav kir.
Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed, di destpêka axaftina xwe de behsa rewşa Sûriyeyê di dema rêjîma Baas de kir û got:
“Gelek kes di dema vê rêjîmê de hatin kuştin, revandin û qetilkirin. Her wiha bi hatina hikûmeta nû re, em naxwazin car din ev sîstem xwe dubare bike û jiyana berê jî dewam bike. Em dixwazin di vê sîstemê de wekhevî hebe. Pergal li gorî berjewendiya gel bê avakirin. Em dibînin ev hikûmeta nû ya Sûriyeyê dixwaze car din vê pergalê bide rûnişkandin û projeyên wan ya çareseriyê tune ye. Em wek gelê Sûriyeyê pêwîste destê me bibe yek û li hember van pergalên qirêj bisekinin. Li herêmên me bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer berdewam dike, ev jî ji ber ku dijmin dizane ku pirojeya vê herêmê azadî û serxwebûne. Êrîş dike û dixwaze vê pirojeyê wêran bike. Her wiha mijara herî giring ew pirsgirêka Gelê Kurde, naxwazin Kurd bibin yek û ji bo xwe jiyanek azad ava bikin. Sîstema Baas tim bi awayek fitne dixwest Kurdan reş bike û netewan ji hev dûr bixîne. Lê belê ev yek pêk nehat, ji ber pirojeya wekheviya gelan bandora xwe li tevahî gelê Rojhilata Navîn kir û Rêvebreriya Xweser her netew hembêz kir.
Piştî axaftinan beşdarvan jî nêrînên xwe parve kirin û anîn ziman ku divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de roleke girîng bilîzin. Panel bi nirxandina krîz û dîtina rêyên çareseriyê bidawî bû.”