Nasnameya şehîd Elî Mistefa hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamê xwe yê şehîd Elî Mistefa eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê şehadeta endamekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê wan Elî Mistefa li bajarê Helebê dema erka xwe bi cih dianî, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re hat xwestin û heya mîsogerkirina ewlehiya herêmê jî soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Nasnameya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vî rengî ye:

Nav û paşnav: Elî Mistefa

Navê Bav: Omer

Navê Dayikê: Amîna

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Ceqmaqê Mezin, 15.01.1975

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Heleb, 15.05.2019

Dîroka Şehadetê: 21.02.2025