QSD’ê şehadeta Rêzan Orkeş û Herdem Gabar ragihand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker de herdem Gabar û Rêzan Orkeş şehîd bûne.

Navedana Ragihandinê ya QSD’ê derbarê du şehîdan de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi beşdariya gelê me yê tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û hêza xwe ya xweparastinê ava kir. Hêza me ya parastinê ji roja yekemîn ve li hemberî hemû cûreyên terorê têkoşiya, wekî gogeke berfê mezin bû û pêş ket bû hêza herî xurt a parastina ewlehî û istiqrara herêmên me.

Şoreşê gelek destkefî bi dest xistin. Destkeftiya yekemîn jî parastina herêmê ji tevahî êrişan e. Gelê me di parastinê de xwe spartiye şervanên me ku li hemberî hemû êrişan sekinin û têk birin. Şervanên me ku heya li hemberî êrişên herî dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaniyeke mezin raber dikin, karibîn rewşeke welê ava bikin ku hevsengiyên hêzên leşkerî li meydanê guhertin.

Bi serbilindî û şanazî radighînin ku du şervanên me Herdem Gabar (Beşar Mihemed) û Rêzan Orkêş (Mihemed Hesen) piştî rêwîtiyeke dirêj a fedaîtiyê û  piştî ku li eniyên berxwedanê yên li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê efsanên lehengiyê nivîsandin, tev li karwanên nemirina bûn.

Hevrêyê me Herdem Gabar ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna nîştimanî ye. Bavî wî li Efrînê di şerên li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû. Hevreyê me Herdem tevî ku kurê yekane yê dê û bavê xwe bû jî, ji ber baweriya wî ya girîngiya parastina welat û gel xwest tev li refên hêzên me bû.

Hevrêyê me piştî ku gelek perwerdeyên bîrdozî, siyasî û leşkerî dîtin û kesayeta xwe di hemû aliyan de pêş xist, li eniyên berxwedanê yên li hemberî dijmin xist pratîkê.

Hevreyê me Herdem Gabar di şerekî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ji lingê xwe yê çepê ve birîndar bû. Lê birîna xwe li hemberî pêwîra xwe ya nîştimanî ya leşkerî ya di nava refên hêzên me de nekir asteng û ji ber baweriya xwe ya girîngiya rakirina dola şehîdan ji dijmin û rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe bi biryardariyeke hîn xurt domand.

Rêhevalê me Herdem Gabar bi dîsîplîn û talîmatan ve girêdayî bû. Xwedî ruhê rêhevaltiyê yê fedakar bû, ji ber vê yekê ji aliyê kesên wî nas kirine û kesên pê re kar kirine ve dihat hezkirin. Hevrê Herdem di fedekarî, ked û xebata cidî ya berdewam de ji hemû hevalên xwe re bû mînak.

Hevreyê me Rêzan Orkêş jî ji malbateke welatparêz e ku di rêya azadiya gel û welatê xwe de gelek şehîd dane. Apê wî û kurxalekî wî di şerên li hemberî dijmin de şehîd bûn. Şehadeta apo û kurxal bandoreke mezin li kir û bû sedem ku bi çoş tev li refên hêzên me bibe.

Hevreyê me Rêzan ji nifşên pêşîn ên hêzên me ye. Ji destpêka avabûnê ve cihê xwe di nava refên hêzên me de girt. Hevrê Rêzan di zanistana leşkerî ya şervanên me û taktîkên şeran de gelek ezmûnên pisportiyê pêşkêş kirin. Di eniyan de fermandarekî bêhempa bû, serketin li dû serketinekê pêk dianî. Hevrê Rêzan beşdarî piraniya operasyonên hêzên me bû ku ji destpêka avabûnê ve li dar xistine. Li hemberî rêxistina DAIŞ a tarorîst û êrişên dagirkiriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi qehremanî şer kir. Fermandarekî pispor bû û yekîneyên wî derbên giran li dijmin dixist. Li eniyan hevalên xwe diparast, pirsa wan dikir, rêya herî guncaw a şer û xweparastinê nîşanî wan dida û astengî ji pêşiya wan radikir.

Hevrêyê me Rêzan bi hemû hêza xwe di nava refên hêzên me de kar kir. Rojekê jî tirsa dijmin nas nedikir. Ji bo rakirina tola hevalên xwe yên şehîd hêrs û kîna xwe li hember dijmin nîşan dida.

Em sersaxiyê ji xwe, malbatên herdu şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Îro israr û biryardariya me ya domdina têkoşîna wan a nîştimanî û rakirina tola xwîna wan a pak  û parastina ewlehiya herêmê zêdetir dibe."