Êrîşên dagirkeran ên li ser Tişrîn û Qereqozaxê careke din hatin şikandin

Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tirşînê û Pira Qereqozaxê careke din hatine şikandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û berxwedana şervanan de ev agahî parve kir:

"Hêzên me duh (Şemiyê) êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nuqteyên hêzên me yên li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrînê rêze êriş pêk anîn. Di heman demê de gundên derdora bendavê (başûrê rojhilatê Minbicê) bi çekên giran topbaran kirin. Çeteyan saet 17.00’ê êrişî nuqteya şervanên me ya li derdora Girê Syriatel kir. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Melha yên derdora Pira Qerezoaqê bombebaran kirin. Gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi  zêdetirî 30 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan bi zêder jî topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li milkên sivîlan bûn.

Li derdora Pira Qereqozaqê jî di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Nehat zanîn bi hejmara kuştî û birîndaran çend e.

 Eniya Dêr Hafir, droneke kamikaze dema hewl da xwe li nuqteyeke hêzên me biteqîne, ji aliyê şervanên me ve hat xistin.

Li asîmanên Kobanê û Eyn Îsa û gundewarên wê, liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker berdewam kir."