Gelê Kobanê: Em ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin
Gelê Kobanê piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo gotin ku ew heta dawiyê li pey Rêberê xwe ne û gotin: “Em ê ji vir û şûn de azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”
Gelê Kobanê piştî daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo gotin ku ew heta dawiyê li pey Rêberê xwe ne û gotin: “Em ê ji vir û şûn de azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin.”
Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtin bi Rêber Apo re kir, li Stenbolê banga Rêber Apo bi raya giştî re parve kir. Rêber Apo di peyama xwe de bal kişand ser vekirina rêyên siyaseta demokratîk û xwişk û biratiya Kurd-Tirkan. Gelê Kobanê li ser banga Rêber Apo ya dîrokî ji ANF’ê re axivîn û gotin ku Rêber Apo çi bêje em ê jî heta dawiyê xwedî li fikra Rêberê xwe derkevin.
Dayika bi navê Cîhan Mistefa anî ziman ku ew bi kelecan li bendî vê rojê bûn û got: “Îro peyama Rêberê me hat xwendin. Piştî ewqasî sal Rêberê me axivî, me bi kelecan ev daxuyanî pêşwazî kir. Rêberê me çi bêje, weke gel em ê heta dawiyê pê re bin. Em ê bi ruhê Kurdîtiyê doza xwe berdewam bikin. Êdî ji vir û şûn de em Rêberê xwe di nava xwe de fîzîkî dixwazin. Êdî ji vir û şûnde em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe berdewam bikin."
Zehê Elî Eyûb jî anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey Rêberê xwe bin û got: “Îro em li her derê Kurdistanê rabûn ser piyan. Îro roja banga dîrokî bû, em li bendî vê roj bûn. Êdî em li benda pêşwazîkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ne. Ev 4 sal in Rêberê me di nava tecrîdekê de bûn. Me peyama Rêber Apo bi kelecan û moraleke gelekî mezin pêşwazî kir. Rêberê me çi bêje em ê li ser gotina Rêberê xwe û daxuyaniya Rêberê xwe tevbigerin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî misoger bikin."
Mehmûd Hec Ehmed got ku em gelê Kurd îro bi giştî li ser piyan bûn, anî ziman ku Rêber Apo rêberê Rojhilata Navîn e jî û got: "Rêberê me ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, Rêberê hemû gelên bindest e. Rêber Apo rêberê Rojhilata Navîn e. Rêberê me di nava çar dîwaran de ye, em nikarin bê Rêberê xwe jiyan bikin. Rêberê me di nava çar dîwaran de pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser dike. Dijmin dixwazin me ji holê rakin, lê em li qadan in. Em li vir in. Em ê bi fikra Rêberê xwe serkeftinê misoger bikin."
Mehmûd got daxuyaniya Rêber Apo ji bo her kesî rêya ronahî û azadiyê ye.