Kobanê bi rengê 8'ê Adarê hate xemilandin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên kantona Firatê bajarê xwe xemilandin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên kantona Firatê bajarê xwe xemilandin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" jinên kantona Firatê bajarê Kobanê bi pankartan xemilandin.
Bajarê Kobanê, taxên sereke û derdora Qada Jina Azad bi alên Kongra Star û rengên kesk, sor û zer hatin xemilandin.
Her wiha wêneyên şehîdên jin ên li Bendava Tişrînê bi pankartan li qadan hatin daliqandin.