'Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dabîn bikin û Kurdistana xwe jî ava bikin'
Dayika sê şehîdan Helîma Reşa anî ziman ku ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re Kurdistanê jî azad bikin.
Dayika sê şehîdan Helîma Reşa anî ziman ku ew ê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re Kurdistanê jî azad bikin.
Dayika sê şehîdan Helîma Reşo ku qala hevdîtina xwe ya bi Rêber Apo re ya li Lubnanê dike û dibêje ku bi fikrên Rêber Apo azadiya tevahî gelan misoger dibe. Reşo wiha ji ANF'ê re axivî.
Dayika Helîme anî ziman ku li serê Kurdan, zilm, zor û komkujî dihatin kirin. L belê bi derketina Rêber Apo re êdî em jî rabûn ser piyan û wiha got:" Bi derketina Rêber Apo re êdî me xwe nas kir û li dijî qirkirina ku li ser me dihat sepandin me serî hilda û doza mafê xwe kir. Zarokên me jî ji bo xwedî li axa xwe derkevin li ser şopa heqîqetê ketin rê. "
DESTHILATDARÎ JI FIKRA RÊBER APO DITIRSE
Helîmeyê diyar kir ku hemû mêtîngerên ku Kurdistan dagir kirine, ji bo ku Kurdan tune bikin serî li her rêbazê didan û wiha got: "Her ku Kurdek li hemberî mêtîngeriyê radibû, ew rastî qirkirinê dihat. Zarokên me bi darê zorê ji bo leşkertiya mecbûrî dibirin. Em jî weke Kurd me ev yek qebûl nedikir. Ew dewletên diz ku dixwestin tenê yek al û yek ziman hebe, ji derveyî wê tu kesî qebûl nakin. Demê carna zarokekî me an jî hevalek bihata û ew pê dihisiyan em rastî êşkenceyên mezin dihatin. Ev yek jî ji çi tê? Ew ji fikra Rêberê me ditirsin."
EM BI YEK FIKRÊ BAWER DIKIN EW JÎ FIKRA RÊBERÊ ME YE
Helîmayê diyar kir ku Rêberê me ji bo tevahiya gelên bindest rabûye û wiha dewam kir: "Desthilatdarî jî dixwaze tevahiya gelan di bin yek sîwanê de bi cih bike. Çinku ji fikra Rêberê me ditirsî û bi dewletên komploger re xwestin Rêberê me dîl bigirin û bi dîlgirtina wî doza Kurdî jî careke din biçewsînin. Ew dixwazin careke din Kurdan di bin komkujiyan re derbas bikin, lê mejiyê me Kurdan yek e û em tenê bi yek fikrê bawer dikin û ew jî fikra Rêberê me ye."
Helîmayê axaftina xwe wiha bi dawî anî:" Êdî dem hatiye û em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Em ê bi xwîna zarokên xwe Kurdistana xwe ava bikin. Çendî zehmetî hebin jî em ê heta dawiyê xwedî li welatê xwe û Kurdistana xwe jî derkevin. Êdî em dixwazin ji nifşê nû re û ji zarokên xwe re Kurdistana xwe ava bikin û Rêberê xwe jî bi fîzîkî azad bikin."