QSD’ê car din êrîş têk birin
Şervanên QSD’ê êrîşên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê têk birin.
Şervanên QSD’ê êrîşên dagirkeran ên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê têk birin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev hûrgûlî parve kirin:
“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh (În) êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin.
Bendava Tişrînê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker rêzeêrîşên xwe li gundewarên derdora Bendava Tişrînê dewam kirin. Di heman demê de bi obîsên giran herêm topbaran kirin. Balafirên şer tevahiya şeva pêncşemê êrîş li ser herêmê domandin. Êrîşan heya sibeha înê saet 05.00’an dewam kir. Cihên karkeran û derdora wan jî bi obîsan hatin topbarankirin û di encamê de zirarên madî çêbûn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafir û obîsan êrîşî nuqteya hêzên me ya li derdora Girê Syriatel kir. Şervanên me bersiva êrîşê da û şer derket. Di encamê de çeteyek hat kuştin. Li eniya Ebû Qelqel-Girê Syriatel jî çeteyan êrîşeke din kir. Şervanên me bersiva êrîşê da û şerekî giran rû da. Di êrîşa têkçûyî de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan. Li gundê Etşana jî çeteyan êrîşa sêyemîn pêk anî. Şervanan dîsa bersiv da û pevçûn rû da. Di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Eniya Qereqozaqê; derdora Pira Qereqozaqê bi obîsên giran, tank, roket û hawanan bi dijwarî û ketober hat topbarankirin. Di çarçoveya êrîşan de gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Mehla û Sinaa, girê Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 60 guleyan hatin topbarankirin. Di encamê de zirarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.
Duh tevahiya rojê, balafirên şer û yên bêmirov li asîmanê Kobanê û gundewarên wê û Eyn Îsayê digeriyan.
Bîlançoya duh: 8 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn."