BI DÎMEN

Cenazeyên şehîd Cîger, Xebat û Bahoz hatin veşartin

Şêniyên Kantona Firatê û gelê ku ji Bendava Tişrînê vegeriyane, cenazeyên şehîd Cîger Kobanê, Xebat Kobanê û Bahoz Kobanê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

MERASÎMA ŞEHÎDAN

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêbeveberiya Xweser şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Cîger Kobanê (Cîgerxwîn Daban), Xebat Kobanê (Xebat Elremo) û şervanê Hêzên Komandos Bahoz Kobanê (Cemal Şahîn) ku di 26’ê Sibatê de li Şedad Roşîd şehîd bûbûn, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle spartin axê.

Berxwedêrên ku ev 6 rojin li bendava Tişrînê bûn ji aliyê gelê li pakrewangehê ve hate pêşwazîkirin û berxwedêr jî tevlî marasîma şehîdan bûn.

Di merasîmê de deqeyek rêz hat girtin, piştre Rêveberiya Kongra Star a Kongra Star Letfiyê Silêman sersaxî ji malbata şehîdan xweset.

Letfiyê diyar kir ku ew ê şopdarê şehîdên xwe bin û soza şopandina rêya wan da.

Endamê rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso diyar kir ku şervanên wan ji bo parastina axa xwe çek hilgirtin û wiha got: “Çeka me parastina me ye, em ne aşiqê çekê ne, tenê ji bo ku em ax û gelê xwe biparêzin çekê hildigrin. Em ê çeka xwe hilgirin heta ku em bigihêjin azadiya xwe û em ê gel û axa xwe biparêzin heta kêliya dawiyê.”

Ji Hevserokatiya Kantona Firatê Fehan Hec Îsa sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û bejna xwe bi rêzdarî li hemberî darbestên şehîdan tewand.

Ferhan anî ziman ku gelê Kobanê yê berxwedêr mohra xwe li dîrokê xistiye û ev tişt anî ziman: “Di 2014’an de gelê Kobanê bi hemû hêza xwe çeteyên herî qirêj tune kirin. Ew ruhê berxwedanê heta niha li bendava Tişrînê berxwedewam dike. Şehîdên me canê xwe ji bo me kirin feda.”

Birayê Şehîd Bahoz Kobanê, Zagros Şahîn anî ziman ku ew ê şopdarê şehîdên xwe bin û divê malbata şehîdan bi şehîdên xwe serbilind bin ji ber ku şehîdan ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda kirin.

Piştre wesîqeya şehîdan hate xwentin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tiliyên azadiyê û dirûşma “Şehîd Namirin” spartin axê.