Berxwedêrên Tişrînê banga dîrokî bi coş pêşwazî kirin
Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, banga Rêber Apo bi coşekî mezin pêşwazî kirin.
Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin, banga Rêber Apo bi coşekî mezin pêşwazî kirin.
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin nêzî du meh in bêyî navber nobetê digrin, banga dîrokî ya Rêber Apo bi baldarî guhdar kirin.
Di berxwedaniyê de ku gelê Kantona Firatê di roja 51’an de didomîne, govend hate gerandin, dirûşme hatin berzkirin û fîşekên hewayî hatin avêtin.