Tê îdîakirin ku li gelek saziyên fermî yên li navçeya navendî ya Bedlîsê bi mîlyonan gendalî hatine kirin. Îdîayên gendeliyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê, Dibistana Polîsan û Midûriyeta Sporê ya Ciwanan a li herêma Rahva ya bajêr derketine holê ketin rojeva meclîsê.
Hat hînbûn ku bi derketina bûyerê re 6 bijîşk ku di nav de hekîmê serekî jî heye, ji kar hate dûrxistin. Di bûyera ku mufetîş jî hatine wezîfedarkirin de, derket holê ku navên di lêpirsînê de derbas bûne tevlî îhaleya perdeyê bûne, lê perde nehatine kirîn û ji bo perdeyên ku qet nehatine kirîn bi buhayê 3,5 mîlyon TL pere hatiye xerckirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan, ku mînakên bi heman rengî yên gendalî û nelirêtiyê derxistine holê û ji raya giştî re eşkere kiriye got, "Ev gendalî tên nixumandin.”
Hûseyîn Olan, ragihand ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê gendelîyeke mezin heye û wan ev mijar aniye Meclîsê. Li gorî agahiyên ku Olan daye, mufetîş ji bo pêvajoya ku li ser hişyariya xebatkarên tenduristiyê yên ku li ser xwarina nexweşxaneyê gilî kirine dest pê kiriye, hatine erkdarkirin. Di encama lêkolînan de, li nexweşxaneyê bi qasî 36 mîlyon TL bêserûberî hatine tespîtkirin.
Olan, diyar kir ku mîna ku bi 3.5 mîlyon TL perde hatiye kirîn nîşan dane, lê derket holê ku perde qet nehatine kirîn. Olan, anî ziman ku ji bo veşartina vê rewşê pere ji şîrketa peymankar re hatine şandin. Olan, her wiha bal kişand ser wê yekê ku hekîmê serekî û hin rêveber ên ku ji wezîfeyê hatine girtin bi girtina raporan nehatine cihê xwe yên kar.
Olan, da zanîn ku li Meclîsê ji Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê li ser van bûyeran pirs hatin kirin, lê Serokê Komîsyonê nehişt ku ew biaxive. Olan, destnîşan kir ku ev bêdengî nîşan dide ku îdia rast in.
Olan, anî ziman ku gendelî tenê bi nexweşxaneyê ve sînordar nîne û got ku îdiayên li ser 47 mîlyon TL li Dibistana Polîsan a Bedlîsê ji bo xwarinê û 19.7 mîlyon TL jî di çalakiyek ji aliyê Rêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr ve ji bo xwarinê hatine xerckirin hene.
Olan got, "Em ê van bûyeran bişopînin. Em ê nehêlin ku kes mafên gel ji destê wan bigire."