Divê girtiyên nexweş bên berdan

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate xwestin ku girtiyên bi nexweşiya giran Ergîn Aktaş û Emîn Gurban bên berdan.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş Ergîn Aktaş û Emîn Gurban daxuyanî dan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 693’yan de li ber avahiya komeleyê çalakiya “Rûniştina F” lidar xist. Bal hate kişandina ser rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. Pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtîyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 565  a çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Gurban. Daxuyanî li Cadeya Sakarya hate dayîn û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd êşkenceye, ji tecrîdê re dawî” hatin berzkirin.