Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi zindî li banga dîrokî temaşe bikin

Banga dîrokî ya Rêber Apo ku tê payin îro bê kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi rengekî zindî bê şopandin.

Piştî hevdîtina sêyemîn a Heyeta Îmraliyê, tê payin ku banga Rêber Apo bi dema Amedê saet di 17:00 de bê kirin.

Ev bang wê li 7 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ekranên mezin bê şopandin.

Ekran wê li Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê bêne danîn.

Li gorî agahiyên ku Komîteya Amadekar dane saet di 16:00 de wê ekranên mezin amade bin.

Navendên ku ekranên mezin lê bêne danîn bi vî rengî ne:

QAMIŞLO

Cih: Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê

Saet 16.00

HESEKÊ

Cih: Parka 4’ê Nîsanê

Saet 16.00

DÊRIK

Cîh Parka Azadiyê

Saet: 16.00

TEBQA

Li bajarêTebqayê wê li 2 cihên cuda ekran werin danîn.

Cihek li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê ye.

Cihê duyemîn jî Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin e.

REQA

Cîh: Stadyuma Şaredariyê

Saet: 16.00

KOBANÊ

Cîh: Meydana Jina Azad

Saet: 16.00

HELEB

Cih: Meydana El-Zeytunî

Saet: 16.00