QSD: 2 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku 2 şervanên wan di encama qezayê de şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî şehadeta 2 şervanan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevreyên me Egîd Têkoşer (Silêman Silêman) li herêma Şedadê di qezaya trafîkê de û Dilsoz Kobanê (Elî Mihemed El Ehmed) di qezaya perwerdeyê de şehîd bûne.

Hevrêyê me Egîd di destpêkê de tevlî hêzên me bû û beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên leşkerî, siyasî û bîrdozî yên profesyonel bû. Ji perwerdeyan zanîn û ezmûnek berfireh bi dest xist, bû fermandarekî meydanî ku berpirsiyariyên mezin hildigire. Li gelek eniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar kir, beşdarî pêngavên rizgarkirina Dêrazorê bû. Di şer û berxwedana li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de li pêş bû. Ew di hunera şer, dorpêçkirina dijmin û danîna kemînan de fermandarekî nimune bû. Her tim hevalên xwe ji dijminên xedar diprast."

Di dewam daxuyaniyê de der barê şehîd Dilsoz Kobanê de jî wiha hate gotin: "Tevî ku nû tevlî refên hêzên me bûbû, lê di performans û guhertina kesayetiya xwe de astek girîng a pêşkeftinê nîşan daye. Bi beşdarbûna xwe di dewreyên perwerdehiyê yên dijwar de, guhertinek girîng di awayê fikirîn û tevgerên xwe de çêkiriye, bûye şervanek ku bi hemû hêza xwe dixwaze ax û gelê xwe biparêze. Erk û berpirsiyariyên parastina ewlehî û aramiyê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye ser xwe, bêyî ku bêzarî an nerazîbûnek li hember van erkan nîşan bide, lê erka xwe bi rêk û pêk bi cih dianî.

Hevrêyê me Dilsoz xwedî rihê rêhevaltiyê yê bilind bû. Bi durustî û dilnizmiyê jî dihat naskirin. Di nav hevrêyên xwe de mînakek dilsozî û rastgoyî bû. Ew qet ji pêkanîna erk û peywirên xwe xwe nedida alî, lê her tim li pêş bû. Pir caran bi dilxwazî erkên hevalên xwe pêk dianî. Lew ra nêzîkî heval û fermandarên xwe bû. Şehadetê şopeke mezin li hevalên wî çêkir.

Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahiya şehîdan sax be. Em teqez dikin ku em ê rêya şehîdan bidomînin heya ku hêvî û armancên wan pêk bînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Egîd Têkoşer

Nav û paşnav: Silêman Silêman

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Ebdulqadir

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê- 3 Tîrmeh 2025

Nasnav: Dilsoz Kobanê

Nav û paşnav: Elî Ehmed

Navê dayikê: Yarî

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Keklîla Mezin

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa-gundê Heymer Kerad-1 Tîrmeh 2025.