Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso têkildarî pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo dest pê kir û bi banga “Aşitî û Civaka Demokratîk” derbasî qonaxeke nû bûye, axivî. Hiso diyar kir ku ji bo ku pêvajoya berbehs berdewam bike, divê dîwarên Îmraliyê werin hilweşandin.
Xerîb Hiso da zanîn ku Rêber Apo pêngava aşitî, demokrasî û xwişk-biratiyê avêtiye û wiha axivî: “Rêber Apo înîsiyatîf xistiye destê xwe. Banga dîrokî kir. Bangeke wisa bû ku li seranserê cîhanê hate bihîstin. Bi vê bangê pêşiyê li destpêkirina pêvajoyeke nû, çareseriyê û bidawîbûna şerî vedike. Girêdayî wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û aşitiyê nîşan dide ku divê xwişk-biratî çawa be. Cewher û wateya bangê gelekî girîng e. Ev bang dê bandoreke mezin ava bike. Pêvajoyên berê li pêşiya çareseriyê û pêkhatina aşitiyê asteng bûn.”
‘DIVÊ BANGA DÎROKÎ RAST WERE FÊMKIRIN’
Xerîb Hiso diyar kir ku Tirkiye li ber xitimînê ye û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn ev 50 sal in şer berdewam dike. Têkoşîn û berxwedana ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên li pêşiya aşitiyê dibin asteng, xwe gihandiye astên herî jor. Rêber Apo di banga xwe de bi awayekî zelal bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û tinekirinê û sedemên avabûna PKK’ê diyar kirin. Encamên polîtkayeke ku li ser tinekirina gelekî xwe pêş xistiye û tinekirina zemîna aşitî û demokrasiyê anîn ziman. Ji ber vê yekê divê ev banga dîrokî rast were fêmkirin û piştevaniya wê were kirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê her kes berê xwe bide aşitiyê. Banga Rêber Apo, banga aşitî û avakirina civaka demokratîk e. Banga pêkvejiyana gelan ya bi awayekî wekhev û demokratîk e. Banga ewlehiyeke domdar e. Banga bidawîkirina nakokî, krîz û şeran e. Banga avakirina jiyana wekhev ya xwe dispêre xwişk-biratiyê ye.”
‘DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ DÊ BANDORÊ LI SÛRIYEYÊ JÎ BIKE’
Xerîb Hiso anî ziman ku li gel banga Rêber Apo aramiya ku dê di encama lihevkirina aliyan û rûdana geşedanên nû dê derkeve holê, dê bandorê li perçeyên din ên Kurdistanê jî bike û wiha dom kir: “Ger dewleta Tirk girêdayî banga Rêber Apo pêngavên hewce biavêje dê geşedanên siyasî û civakî yên nû rû bidin û pêngavên demokratîkbûyînê werin avêtin. Ger ev pirsgirêk were çareserkirin, li Tirkiyeyê demokrasî, wekhevî, edalet û aşitî were dabînkirin dê pirsgirêkên li Sûriye û Iraqê jî çareser bibin. Ji ber wê yekê em di pêvajoyeke girîng de ne. Aşitî û demokrasiya ku dê pê diyalogê were dabînkirin, dê ji bo feydeya hemû cîhanê be. Hewcehiya Tirkiyeyê jî bi vê yekê heye. Tirkiye bi vê zîhniyeta xwe ya heyî û polîtîkayên xwe yên şerî di nava krîzeke mezin de ye. Daxuyaniyên şexsên Tirkiyeyê yên beriya niha jî erênî bûn.
YÊN BIHÊZ DIKARIN PARASTINA AŞITIYÊ BIKIN
Ger di wê fikrê de ne ku ev pêvajo bi serkeftî pêş bikeve, wê demê divê guhdariya banga Rêber Apo bikin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk hatiye nûkirin. Divê banga Rêber Apo li Meclîsê jî were xwendin, piştevaniya wê were kirin û lê xwedî derkevin û li Meclîsê jî bang li dewleta Tirk werin kirin. Pêvajo ne pêvajoya nîqaşkirina aliyên bihêz û reşkirinê ye. Divê her kes bizanibe ku ji bo bidawîbûna şerî divê dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û girêdayî vê yekê erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Yên bihêz parastina aşitiyê dikin. Hêz, aligirbûna aşitiyê ye. Hêza rastîn, dabînkirina aşitiya navxweyî ye. Ger pêvajoya aşitî, diyalog û lihevkirinê pêş bikeve, di qanûna bingehîn de guhertin werin kirin û maf û hiqûq werin naskirin dê hêz û îradeya civakê derkeve holê û dê sosyolojiya civakê esas were girtin.”
‘JI BO ARAMIYA SEDSALÊ NEXŞERÊYEK E’
Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ne tenê ji bo feydeya Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji bo feydeya hemû cîhanê ye û got: “Bang ne tenê ji bo feydeya Bakurê Kurdistan, gelê Kurd û Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji bo feydeya hemû cihanê ye. Ji ber ku cîhan dê dubare bibîne ku hêza Rêber Apo ya çareseriyê çiqasî xurt e. Dê her kes bibîne bê ka Rêber Apo çawa li nêzî pirsgirêkan dibe, wan çawa dinirxîne û çareser dike û dê bîbe mînak. Rêber Apo pêşiyê li şer û krîzan digire û tiştên ku di vê bangê de anîne ziman, nexşerê ye. Ev bang ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e.”
‘PÊNGAVA DEMOKRASIYÊ DÊ DAWIYA ŞERÎ BÎNE’
Xerîb Hiso got ku divê şert û mercên Rêber Apo werin guherîn û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Piştî vê bangê divê Rêber Apo bi awayekî serbest li gel her kesî bikeve diyalogê, bang li gelê xwe bike, peyam û xwestekên xwe ragihe û kesên ku dixwaze wan bîbîne, bibîne. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne, tecrîd bi dawî bibe û bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ger pêvajo bi vî rengî pêş bikeve di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê li Kurdistanê pêngavên baş werin avêtin. Her wiha ber bi aşitî û demokrasiyê ve jî pêngav werin avêtin dê hewceyî bi şerî jî nemîne û deriyên aşitiyê vebin.”
GEL LI BANGÊ XWEDÎ DERKETIN
Xerîb Hiso, hewlên Rêber Apo yên berê yên têkildarî aşitiyê bi bîr xist û wiha got: “Rêber Apo bi salan ji bo pêkhatina aşitiyê têkoşiya, pêngavên girîng avêtin û PKK jî li gorî pêngavên Rêber Apo tev geriya. Li gorî agirbestên beriya niha yên ji aliyê Rêber Apo ve hatin îlankirin, tev geriya û piştgiriya aşitiyê kir. PKK tim girêdayî bang û hewlên Rêber Apo ye. Lê belê pêvajoyên bêbersiv bûne sedem ku şer berdewam bikin. Banga Rêber Apo ji mirovahî û gelên Kurd û Tirk re xizmetê dike. Gelan bi awayekî erênî pêşwaziya vê bangê kir. Nexwe gel alîgirên aşitiyê ne û dixwazin aşitî pêk were. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk pêngavên pir cidî biavêje ku aşitî pêk were û civaka demokratîk were avakirin.”