Xizmên Windayan ji bo Vedat Aydin hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” didomînin. Xizmên windayan vê hefteyê ji bo Vedat Aydin hatin ba hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 856’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu kom bûn. Di çalakiyê wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de, faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin hatin pirsîn ku 5’ê Tîrmeha 1991’an hate qetilkirin. Ji xeynî malbata Aydin, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Omer Saman çîroka Vedat Aydin xwend.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHd’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 182’yan a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li Geverê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankartên “Faîl diyar in, winda li kuderê ne” û “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hatin hildan. Di çalakiyê de Vedat Aydin hate bîranîn û ji bo Haci Sala yê sala 1987’an hate qetilkirin, edalet hate xwestin.

Ji Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Koruş Akgol daxuyanî xwend.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan, di hefteya 692’yan a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Caddeya Gulistan hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û di cînayetan de hatine qetilkirin, hatin hildan. Ji Hevserokatiya Şaxa ÎHD’ê Melek Atalay çîroka Vedat Aydin xwend.