DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
Şandeya DEM Partiyê li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê, serdana Şaredariya Semsûrê ya CHP’ê kir.
Şandeya DEM Partiyê li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’ê, serdana Şaredariya Semsûrê ya CHP’ê kir.
Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî operasyonên li ser şaredariyên CHP’î, serdana piştevaniyê dike. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsyarê Rêveberên Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û parlamenterên DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kirin.
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de li dijî binçavkirinan bertek nîşan da.