TEV-DEM'ê komkujiya li Şedadê şermezar kir
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dewleta Tirk ji ber komkujiya li Şedadê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk bisekinîne.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dewleta Tirk ji ber komkujiya li Şedadê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk bisekinîne.
TEV-DEM`ê der barê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li gundewarên bajarokê Şedadê yê kantona Cizîrê pêk anî, daxuyaniyek da.
Di daxuyanyê de hate gotin: "Em komkujiya ku di 26.02.2025’an de ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve li gundewarên bajarê Şedadê pêk hat û di encamê de 12 kes şehîd bûn, şermezar dikin.
Tevî rewşa giştî ya Sûriyeyê û pêdivî bi aştiyê heye ji bo avakirina Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser gel, binesazî û saziyên xizmetguzariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi lez tev bigere û dawî li dagirkeriya Tirk bîne da ku ji xaka Sûriyeyê ya dagirkirî derkeve û koçber bi ewle vegerin malên xwe.
Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."