SOHR: 745 Elewî yên sivîl hatin kuştin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên ser bi desthilatdariya HTŞ'ê ya li Şamê ji roja Pêncşemê û vir ve herî kêm 745 Elewiyên sivîl qetil kirin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên ser bi desthilatdariya HTŞ'ê ya li Şamê ji roja Pêncşemê û vir ve herî kêm 745 Elewiyên sivîl qetil kirin.
Di daxuyaniya SOHR'ê de ku roja Şemiyê da, hate ragihandin ku ji roja Pêncşemê û vir ve 745 Elewî yên sivîl li herêmên peravî yên Sûriyeyê û herêma çiyayî ya Lazqiyeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê û komên ser bi wê ve hatin qetilkirin."
SOHR'ê diyar kir ku ji hêzên çekdar ên Şamê û hêzên çekdar ên Elewiyan bi giştî 273 kes hatin kuştin û bi vî rengî bîlanço bûye hezar û 18 kes.
Li gorî dîmenên di medya dîjîtal de hatin weşandin, hêzên ser bi desthilatdariya Şamê ve ku ji komên bermahiyên El Qaîde û DAÎŞ'ê pêk tên, komkujiyên giran dikin. Kuştina bi komî, êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, revandin û talankirin têne kirin. Şahid dibêjin ku yên komkujiyan dikin bi giranî ew kom in ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike.