Konvoya nû ya çalakgeran gihişt qadê: Bijî 8’ê Adarê
Konvoya nû ya çalakgeran a ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê.
Konvoya nû ya çalakgeran a ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê gihîşt Bendava Tişrînê.
Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên Kantona Cizîrê ji bo tevlêbûna berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dan berxwedana Bendava Tişrînê.
Bi dehan şênî, kal, ciwan, jin, hunermend û rewşenbîr bi konvoyê vê êvarê gihîştin Bendava Tişrînê, ku li dijî êrîşên deweleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê û parastina wê, li ber xwe bidin.
Konvoya nû ya gihişt qada berxwedanê dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD”, “Bijî berxwedana YPJ” û “Bijî 8’ê Adarê” berz kirin.