Şêniyên 4 bajaran berê xwe dan Bendava Tişrînê
Nobeda gel a li ber Bendava Tişrînê wê bi şêniyên ji Qamişlo, Tirbespiye, Amûdê û Til Hemîsê dewam bike. Şêniyên van bajaran bi karwanekî ber bi Tişrînê bi rê ketin.
Nobeda gel a li ber Bendava Tişrînê wê bi şêniyên ji Qamişlo, Tirbespiye, Amûdê û Til Hemîsê dewam bike. Şêniyên van bajaran bi karwanekî ber bi Tişrînê bi rê ketin.
Şêniyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs yên Kantona Cizîrê ji bo tevlîbûna berxwedana Bendava Tişrînê vê sibehê berê xwe dane berxwedana Bendava Tişrînê.
Bi dehan kes; kal, ciwan, jin, hunermend, rewşenbîr û pîrjinan li qadên bajarên xwe kom bûn û berê xwe dane berxwedana Bendava Tişrînê.
Ji 8`ê Çileya 2025`an gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kom bi kom berê xwe didin bendava Tişrînê.