Li Bendava Tişrînê çalakiya ‘Ji bo Rojava serî hildin’ hat lidar xistin

Gelên ku ji 8’ê Çileyê û vir ve li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, destnîşan kirin ku heta êrîş bi dawî bibin ew ê bi biryardarî berxwedana xwe bidomînin.

Ji 8’ê Çileya 2025’an û vir ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê lidar dixin.

Çalakî bi koma xelkê ji Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa dewam dike.

Nobedarên bendavê pankarta "PISE UP 4 ROJAVA" an ku ji bo Rojava serî hildin vekirin.

Çalakgeran, diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrîşan li ber xwe bidin.