Çekdarên desthilata Şamê êrîşî nuqteyên kontrolê yên Şêxmeqsûd kirin

Hat ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê êrîşî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê êrîşî nuqteyên kontrolê yên li herêma Ewerîd a taxa Şêxmeqsûd kirin. Di encama êrîşê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyek birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, komên çekdar ên girêdayî desthilata Şamê êrîşî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêma Ewarid a taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encama êrîşan de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyek birîndar bûn.

Hate ragihandin ku Hêzên Parastinê yên Şêxmeqsûd bersiv dane êrîşan û pevçûn didomin.

Şer û pevçûnên di navbera komên çekdar û Hêzên Parastina Şêxmeqsûd de berdewam dikin.