NÛ BÛ

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi coş hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

ŞAHIYA NEWROZÊ

Bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Tirkmen, li 11 navendan li hev kom bûn û di nava coş û hevgirtina gel de Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de li ser girîngiya Newroza îsal ku cara yekem e piştî rûxandina rejîma Baas tê pîrozkirin, axaftin hatin kirin û banga dîrokî ya Rêber Apo hate bibîrxistin.

AMÛDÊ

Pîrozbahiya li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Cizîrê, bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve û deqeyek rêzgirtinê, li gundê Cagir Bazara destpê kir.

Piştre hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir û got, "Em îro Newrozê bi rengekî nû ku azadî, îradeya azad û çareseriyê nîşan dide, pîroz dikin. Li seranserê Sûriyeyê agirê newrozê hate dadan, vê yekê vîna mirovî ya ku naşike nîşan da. "

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê pîrozbahî li herêma Drejîkê ya 2 km dikeve bakurê Tirbespiyê bi beşdariyeke mezin a hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryaniyan bi vêxistina agirê Newrozê destpê kir. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif di şahiyê de axivî û cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Perwîn Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Newroza îsal mizgîniya azadî û serketinê bi xwe re tîne û her wiha derfeta çareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî yên herêmê jî bi xwe re tîne.

Perwîn Yûsif jî wiha got: "Em Newroza îsal di rewşeke wiha de pîroz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya ji bo aştî û azadiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike. "

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê pîrozbahiya li qada Şehîd Çîçek bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir, piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axaftinek kir û wiha got: "Newroza îsal qonaxeke nû ya demokrasiyê li Rojhilata Navîn vedike. Em îsal bi hemû pêkhateyan re pîroz dikin, ji ber ku Newroz serkeftina me hemûyan e, di serî de azadiya jinan. Piştî  rûxandina rejîma Bass’ê rewş li Sûryeyê hatine guhertin. Niha Gelê Sûryeyê ji pêvjoyeke nû re amade ye, ku divê gel li ser bingehên demokrasî, xwişk-biratiya gelan û jiyana hevbeş bigihêjin azadiya xwe. "

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif got: "Di dirêjahiya dîrokê de jin bûne qurbaniyên şer û rejîmên otorîter, lê îro ji cîhanê re îsbat dikin ku ew hêza avakirina aştiya rasteqîn e, ew jî bi ramana Rêberê mezin Abdullah Ocalan pêk hat. "

REQA

Şêniyên kantona Reqayê li qada stadyuma şaredariyê ya li navenda bajarê Reqayê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan şahiyek lidar xistin.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişilb El Turkan axaftinek kir û wiha got: "Newroza îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re bêhiqûqî û zilm ji holê rabû.”

Her wiha bal kişand ser girîngiya peyama Rêber Apo ku tê de daxwaza aştiya Rojhilata Navîn dike û banga xwedîderketina li prensîp û sembolên vê cejnê kir.

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinê ya Zenûbyiya Xod El Îsa pîrozbahî li Rêber Apo û dayikên şehîdan kir û diyar kir ku di vê roja pîroz de hemû şehîd têne bibîranîn.

Her wiha têkoşîn û fedekariya jinên Kurd ên ji bo azadiyê silav kir û bal kişand ser rola wan a bingehîn di avakirina civakek dadmend û demokratîk de.

HELEB

Girseyeke mezin a şêniyên Helebê û koçberên Efrînê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi cil û berên xwe yên gelêrî, li qada Newrozê ya li herêma El Şeqîf li bakurê taxa Şêx Meqsûd a Helebê kom bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo, Mazlûm Dogan, wêneyên şehîdan û al û sembolên Kurdî hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û destnîşan kir ku agirê Newrozê bi saya mîrateya şehîdan wê geş bimîne û got, "Ev cejn serhildana gel a li dijî rejîmên otorîte îfade dike. "

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Sûriyeya Siberojê Ibrahîm Faûr û li ser navê Kurdên Hemayê Rafî Derwîş Newroza hemû gelên Sûriyeyê pîroz kirin û gotin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina yekemîn cejna Newrozê ya piştî rûxandina rejîma Baasê, berê xwe dane qada pîrozbaiyê ya li bajarokê Hîmo.

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê destpê kir, piştre endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qamişlo Taz Paşa axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Apo, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, berxwedêrên li bendava Tişrînê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û bangawaziya dîrokî ya Rêber Apo bi bîr xist.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga Rêber Apo

Hunermend Semîh Şiqeêr jî di şahiyê de axivî û got, "Em hatine ku bêjin rê û çarenûsa me yeke, ji  bo avakirina Sûriyeyeke nû de, Sûriyeyeke bê mêtîngerî, Sûriyeyeke li ser rêya demokrasî û azadiyê. Werin em bi hev re stranan bistirên û muzîkê bikin rêya hezkirinê, ey Kurdên bedew, zarokên rojê. Em ji we hez dikin. "

Piştre koma hunermend Semîh Şûqeîr sirûda "Eger tu bijî azad bijî" pêşkêş kir.

HESEKÊ

DIRBÊSIYÊ

Li qada Newrozê ya gundê Çolbistanê a gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi deh hezaran şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zerganê kom bûn û Newroza 2025’an pîroz kirin.

Piştî ku malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin, ji rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Cahid Hesen axaftinek kir û pîrozbahî li gelê Kurd û şervanên li eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. 

Hesen da zanîn ku hinek hewl didin bangawaziya Rêber Apo berevajî bikin û weke teslîmiyetekê nîşan bidin, lê di rastiya xwe de ew banga aştiyê, avakirina civaka demokratîk e û rê li ber siyaseta demokratîk û mafên gelan vedikin.

Rêvebera Kongra Star Natwî Xemgîn destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û zîhniyeta tundrew li dijî hemû gelên Sûriyeyê, ji Elewiyan bigire heta Kurdan û Durziyan, komkujiyan pêk tine . Her wiha da zanîn ku Sûriyeyê di dîroka xwe de yek bû lê desthilatan xwestin parçe bikin.

GIRKÊ LEGÊ

 

Li bajarê Girkê Legê jî bi pêxistina agirê Newrozê li gundê Halikê pîrozbahî destpêk kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemrîn Elî axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Apo, li berxwedêrên bendava Tişrînê û hemû gelan pîroz kir.

Her wiha got: “Tişta ku Newroza îsal ji salên borî cuda dike ev e ku em bi ruhê peyama Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo me bangeke pîroz e, pîroz dikin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Talat Yûnis jî cejna Newrozê li beşdara û hemû gelan pîroz kir û got: “Newroza îsal destpêka pêkanîna civaka demokratîk e û Newroza yekîtiyê ye. "

Yûnis di dawiya axaftina xwe de got, "Em nêzî bidestxistina azadiya xwe ne. Ji ber vê yekê divê em hêza xwe ya têkoşînê mezin bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê em ê ranewestin."

TEBQA

Li bajarê Tebqayê jî bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Stadyûma Werzîşê ya El Itihad a navenda bajarê Tebqayê ve herikîn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Şêx Hemed El Ferec axivî û wiha got: “Newroz li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin û di nava destkeftiyan tê pîrozkirin. "

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tebqayê Mehmûd El Sayil axivî û diyar kir ku divê Newroz bibe destpêkek nû ku xêr û azadiyê bi xwe re bîne. her wiha şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş got ku Newroz peyama berxwedan jiyan e ye û agirê azadiyê ku Kawa vêxistî heta pêkanîna edaletê û têkbirina zilmê wê geş bimîne.