Ji QSD'ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê

QSD'ê têkildarî salvegera 6'emîn a rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da. QSD'ê diyar kir ku DAÎŞ hewl dide xwe ji kaosa li Sûriyeyê xwedî bike.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina bajarê Baxozê ji çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 6 sal di ser serkeftina dîrok û ceografî derbas dibin, ku hêzên me QSD’ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Baxozê (baregeha dawî li Sûriyeyê ya di destê rêxistina DAÎŞ a terorîst mabû) bi dest xisitin.

Di serî de bi vê munasebetê em tevahî şehîdên xwe yên ku di tevahî pêngavên ku hêzên me ji bo rizgarkirina herêmên me ji rêxistina DAÎŞ’ê bi dest xistine canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em tevahî şervanên xwe yên li dijî êrişan li ber xwe dane û hevgirtina gelê me ya bi hêzên me re ku sedema vê serkeftina mezin silav dikin.

Di demekê de ku artêşên dewletên mezin li hemberî rêxistina terorîst bê çar mabûn, hêzên me DAÎŞ a ku fesadî, tarîtî û xirabî çêkiribûn, têk bir, ewlehî li herêman vegerand û cîhan ji şer û terora wê dûr xist. Ev serkeftin qonaxeke girîng di şerê domdar ê li dijî vê rêxistinê de bû. Lê bermahiyên rêxistina terorîst a ku gefên domdar li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin, hîna hene. Ji bo rêgirtina li ber vegera DAÎŞ’ê kedên zêdetir, tevkariya îstîxbaratî, ewlehî, herêmî û navneteweyî pêwîst in.

Çalakiyên hêzên me yên li dijî şaneyên DAÎŞ’ê berdewam in. Hêzên me di salên dawîn de operasyonên ewlehî û leşkerî li dar xistin. Di encamê de bi sedan şaneyên DAÎŞ’ê ji hev birin, gelek endam û fermandarên sereke yên DAÎŞ’ê girtin ku hin ji wan di êrişên li ser girtîgeha Sînaayê de cih girtibûn.

Rêxistina terorîst sûdê ji rewşa tevlihev û ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê digire û hewl dide xwe zindî bike. DAÎŞ’ê kupiştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, gelek cek bi dest xistin, êriş û çalakiyên xwe yên terorîst zêdetir kirine. DAÎŞ’ê her tim li hawirdorên tevlihev û vala û bê istiqrar çalak in.

Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navneteweyî, avakirina dadgeheke navneteweyî heye. Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên tundraw ên DAÎŞ’ê pêdivî bi danîna stratejiyên demdirêj heye. Ji bo qurbaniyên sûcên rêxistina DAÎŞ a terorîst jî divê edalet pêk were.

Ji ber ku rêxistina terorîst li ser tevahî cîhanê tedîd e, desteka navneteweyî di şerê domdar ê li dijî wê de girîng e. Lew ra ji bo ji bo rêxistina DAÎŞ a terorîst sûdê ji rewşa bê istiqrar a li Sûriyeyê wernegirte û xwe komî ser hev neke, desteke siyasî û leşkerî ya domdar hewce dikin. Tê zanîn ku ewlehiya herêmê û cîhanê heya radeyeke mezin bi pêşîgirtina li vegera DAÎŞ’ê ve girêdayî ne.

Careke din em teqez dikin ku em ê mîsyona xwe ya têkoşîna li dijî terorê û mîsogerkirina siberojeke aram ji bo tevahî gelên vê herêmê re bidomînin. Lê ev mîsyon beşek ji cenga xwecih û navneteweyî ya li dijî wê ye. Bi vê boneyê em bang li hevkarên xwe û civaka navneteweyî de dikin ku di vê cengê de bi me re bisekinin da ku ewlehî û aştiyeke daîmî û edalet pêk werin."