'Bi pêşengiya jinên têkoşer wê yekîtiya gelan pêk were'

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê konferansa jinan a li Rojava pêk hatî silav kirin û gotin, “Em bawer in wê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd ji hişmendiya mêrperest re bibe bibe bersiveke xurt.”

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Weke gaziyên jin em Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd pîroz û silav dikin. Em bi hêvî ne yekîtiya jinên Kurd bibe wesîleya yekbûna tevahî jinên Rojhilata Navîn û gelan. 

Em tev jî dizanin Rêber Apo mîsyon û erka pêşengtiyê daye jinan. Ya dikeve ser milên me jî ew e em bi erk û mîsyona xwe rabin, xwedî li keda Rêber Apo derkevin û ji pêvajoyê re jî bibin bersiv. 

Di konferansê de beşdariya ewqas saziyên jinan û kesayetên rewşenbîr ên di siyasetê de têgihiştî wê bi xwe re hêza çareseriyê derxe holê. Her wiha wê ji tevahî jinan re bibe ronahiya têkoşîneke xurt û helwesteke dijwar a li hemberî her cure desthilatî û tundiya li hemberî jinan û civakê.

Weke tê dîtin pergala hikûmeta demkî a HTŞ’ê ji bilî tundî, kuştin û talanê tiştekî din bi xwe re dernexistiye holê. Bi taybet jî helwesta wan a li hemberî jinan ji serdema cahiliyetê hîn xerabtir e. Her kes dibîne bê HTŞ çawa hewl dide jinan bike amûra kolekirinê, di qada civakî û siyasî de jî jinan bê rol bihêle.

Em bawer in wê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd ji hişmendiya mêrperest re bibe bibe bersiveke xurt. Careke din em konferansa Jinên Kurd li tevahî jinan pîroz dikin. 

Weke Rêber Apo di peyamên xwe de ji jin û civakê re got, ‘Dem dema têkoşîn û xebatê ye.’ Ev peyam di serî de ji bo me jinên şoreşger derbasdar e. Divê em ji her demê zêdetir têkoşîna xwe xurt bikin û serkeftinê bi dest bixin.”