QSD'ê nasnameyên du şehîdan eşkere kir

Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Ehmed Îsmaîl El Kesar (Hemod) ê ku di berxwedana Minbicê de birîndar bibû di 4’ê Adarê de şehîd bû û Mihemed Xelîl El Muteb (Zeyd) di 10’ê Adarê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî nasnameyên du şehîdên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ehmed Îsmaîl El Kesar (Hemod) ê ku di berxwedana Minbicê de birîndar bibû di 4’ê Adarê de şehîd bû û  Mihemed Xelîl El Muteb (Zeyd) di 10’ê Adarê de li Besîra di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Herdu hevrêyên me di parastina ax û gelên xwe de bedelên mezin dane û ji bo vê yekê gihîştin asta şehadetê. Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soz didin ku em ê heta armanc û hêviyên wan pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin.”

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hemod

Nav û paşnav: Ehmed Îsmaîl El Kesar

Navê dayik: Wedhe

Navê bav: Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-04’ê Adar 2025

***

Nasnav: Zeyd

Nav û paşnav: Mihemed Xelîl El Muteb

Navê dayik: Şemse

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Sîhe

Cih û dîroka şehadetê: Besîra-10’ê Adara 2025