Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin

Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de rolek bibandor bilîzin û bang li gelê Kurd kir ku li her çar parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a li Qamişloyê de jinan rewşa xwe û pirsgirêkên di têkoşîna wan de dertê nîqaş kirin. Di konferansê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser pêvajoya ku bi hilweşîna rejîma Baas re destpê kir û wiha got, "Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku îro em lidar dixin, rûpeleke nû di dîroka jinên Kurd ên Rojava de vedike. Ev konferans di qonaxeke krîtîk de pêk tê. Em li vir in ku rewşa heyî binirxînin û diyar bikin ku em ê di têkoşîna xwe de çi rol bigirin."

Îlham Ehmed, behsa pêvajoya veguhertina siyasî ya li Sûriyeyê kir û diyar kir ku hîn jî pergalek ku nûnertiya hemû gelan bike, pêk nehatiye.

Îlham Ehmed got, "Îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya avakirinê heye. Rejîma Baas hilweşiya, lê sîstemeke demokratîk a ku gel jê hêvî dikir, ava nebû. Sûriye civakeke pir nasnameyî û pirçandî ye; Ereb, Asûrî, Êzidî, Elewî, Durzî, Ermenî û Çerkez pêkhateyên vî welatî ne. Lê belê desthilata Şamê vê rastiyê qebûl nake û polîtîkayek ku vê piştguh dike, dişopîne. Eger jin tevlî vê pêvajoyê neyên kirin, em ê bi xetereyên mezintir re rû bi rû bimînin."

Îlham Ehmed, bal kişand ser gefên îdeolojiyên Îslamî yên radîkal û sîstema lîberal a li ser mafên jinan û wiha domand, "Em dibînin ku hewl didin sîstema îslamî ya radîkal li Sûriyeyê bidin rûnişkandin. Ev yek ji bo jinan metirsiyeke mezin e. Weke jinên Kurd divê têkoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên Sûriyeyê be. Pêwîste jin bi hêztir beşdarî vê pêvajoyê bibin. Eger jin di vê pêvajoyê de cih negirin, sîstema nû ya ku li Sûriyeyê tê avakirin dibe ku bibe avahiyeke dijî jinê."

Îlham Ehmed, diyar kir ku divê gelê Kurd bi yekîtiyê tevbigerin û ev bang kir, "Weke Kurd me bedelên mezin da. Li her çar parçeyan Kurd bi zext, êrîşan re rû bi rû ne. Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de ye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên zextê didomîne. Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd di zindanan de ne û polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê îro ji bo Kurdan îmkaneke girîng heye. Divê Kurd bi îradeyek hevpar tevbigerin û yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.”

Îlham Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê jin di siberoja Sûriyê de bi awayekî aktîf rol bilîzin û wiha got, “Di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de divê îradeya jinan neyê paşguhkirin. Eger destûreke nû bê çêkirin, divê ev makezagon nûnertiya jinan bike û mafên jinan misoger bike. Eger em weke jinên Kurd li ser esasê yekîtiya netewî li hev bicivin, ne tenê li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn em dikarin pêşengiya guhertina demokratîk bikin."

Konferans bi nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û avakirina pêvajoya destûrî ya ku mafên jinan li Sûriyeyê garantî bike, dewam dike.