Ji QSD'ê Çalakî: 3 çete hatin kuştin, 6 drone hatin xistin
QSD'ê ragihand ku di çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li derdora Bendava Tişrînê 3 çete hatin kuştin, 6 droneyên dagirkeran hatin îmhakirin.
QSD'ê ragihand ku di çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li derdora Bendava Tişrînê 3 çete hatin kuştin, 6 droneyên dagirkeran hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker Yekşem li derdora Bendava Tişrînê êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de êriş hat têkbirin, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Ev çalakî wekî berisva êrişa pêr a çeteyan a ku di encamê de şervanekî me şehîd bibû, hat kirin.
Piştî êriş hat têkbirin, dagirker û çeteyan vê carê bi hejmareke dronan êrişî nuqteyên hêzên me kirin. Yekîneyên Şehîd Harûn, 3 jê xwekujî 6 dron xistin. Di heman wextî de balafirên bê mirov ên dagirkeran li ser herêmê digeriyan.
Eniya Qereqozaxê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 8 guleyên obîsan gundên Bîr Hiso û Xişxane bombebebaran kirin. Di encamê de zerar gihîştin milkên şêniyan.
Tevahiya duh balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û bajarê Eyn Îsayê û gundewarên wan digeriyan."