Artêşa Îsraîlê li Lazqiyeyê bombe li depoyên çekan barand
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pêncşemê li wîlayeta Lazqiye ya li rojavayê Sûriyeyê bombe li depoyên çekan barandine.
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pêncşemê li wîlayeta Lazqiye ya li rojavayê Sûriyeyê bombe li depoyên çekan barandine.
Ajansa Nûçeyan a Sanayê ya ser bi desthilatdariya li Şamê diyar kir ku balafirên Îsraîlê êrîşên hewayî birin ser gelek hedefên li bajarê Lazqiye û bendergeha El Abyadê.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êrîş li quntarên bakur ên bajarê Lazqiyeyê li hemberî 'depoyên cebilxaneyê' yên li bendergehê hate kirin.
SOHR'ê got, "Xisareke mezin a madî bû û depoyeke cebilxaneyan hate îmhakirin" û bi bîr xist ku bendergeh meha Kanûnê jî bûbû hedef.
Îsraîl ji 8'ê Adarê dema hilweşandina rejîma Beşar Esad û vir ve êrîşên hewayî dewam dike.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê diyar kir ku li herêmên navîn ên Sûriyeyê li du baregehên leşkerî xistiye û çend roj berê jî êrîş biribû ser heman cihî.