QSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir
QSD’ê ragihand ku çeperek û wesayîteke leşkerî ya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, hatin îmhakirin.
QSD’ê ragihand ku çeperek û wesayîteke leşkerî ya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawîn de ev agahî parve kirin:
"Tevî ku li piraniya Sûriyeyê bi boneya Newrozê pîrozbahî hatin lidarxistin, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin.
Eniya Bendava Tişrînê; artêşa Tirk a dagirker duh (În) bi obîsên giran derdora bendavê û gundên başûrê rojhilatê Minbicê topbaran kirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.
Şervanên me hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên êrîşekê li dijî nuqteyeke hêzên me şikandin. Yekîneyên Şehîd Harûn erebeyeke leşkerî ya çeteyan rûxand. Di saetên nîvro de jî dagirkeran careke din bi obîsan li derdora Bendava Tişrînê dan. Di encamê de zerarên madî çêbûn.
Dêr Hafir; dagirkerên Tirk û çeteyên wan ji gundê Îmamê bi sê dronên xwekujî êrîşî nuqteyeke hêzên me kir. Di encama êrîşê de tenê zerarên madî çêbûn. Balafirên bê mirov jî di tevahiya rojê de li ser herêmê geriya.
Eniya Qereqozaqê; Çeteyan hewl dan li eniya rojavayê Pira Qereqozaqê êrîş pêk bînin. Şervanên me bi çalakiyekê bersiv dan. Di çalakiyê de çeperek dagirker û çeteyan hat rûxandin, lê agahiyên der barê windahiyên wan de nehatin zanîn."