QSD: Êrîşên dagirkeran dewam dikin, 2 drone hatin xistin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û 2 droneyên di êrîşan de hatin bikaranîn hatin xistin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û 2 droneyên di êrîşan de hatin bikaranîn hatin xistin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh (Duşem) tevahiya rojê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran bombe kirin. Ji ber bombardûmanê xisara madî li herêmê bû. Liv û tevgera hewayî ya li herêmê tevahiya rojê dewam kir."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çeteyên dagirker bi droneyan êrîş birin ser nuqteyên hêzên me yên li bakurê bendavê. Yekîneyên Şehîd Harûn 2 droneyên dagirkeran xistin.
Li herêma Dêr Hafirê jî tevahiya rojê liv û tevgera hewayî hebû."