ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Bi hezaran kes bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, li Helebê daketin qadan. -
Ji bo Şehîdên YAT’ê merasîm hatin lidarxistin
Li Qamişlo û Kobanê ji bo şervanên YAT'ê yên di encama ketina helîkopterê de şehîd bûne, merasîm hatin lidarxistin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê şermezar kirin. -
Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bîranîn, berxwedana destanî hate silavkirin
Li 10 bajar û navçeyên Herêma Cizîrê şehîdên Berxwedan Serdemê hatin bîranîn û berxwedana destanî hate silavkirin. -
YPG: Bi ruhê karker em ê azad bikin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê Fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş bi bîr anî û got “Em ê bi ruhê Karker azad bikin.” -
Rêveberiya Xweser: Em destûrê nadin bazariyên li ser Efrînê
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Azadkirina Efrînê ji bo me biryareke stratejîk e û em ê li tu dera dinyayê destûrê nedin ku li ser wê bazarî were kirin.” -
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Li herêmên dagirkirî demografî tê guhertin
Rêveberiya Xweser a Herêma Firat bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêmên dagirkirî guhertinên demografîk kirin. -
‘Divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne’
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên kantona Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa destnîşan kir divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne û helwestê nîşan bide. -
‘Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelê Rojhilata Navîn e’
Kamerevan Ebdîn Hisên Ehmed diyar kir ku, di salên 90’yan de tevî siyaseta rejîmê ya zextê jî gel cejna Newrozê bi coşek mezin pêşwazî dikir û got “Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.” -
‘Gelê Kurd li dijî hemû qirkirin û komkujiyan jî Newroz pîroz dikir’
Di salên navîn a sedsala çûyî de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê bi rengê ku niha tê pîrozkirin, pîroz nedikirin. Tenê bi rengê seyranan û gerandina govendên biçûk sînordar dima. -
QSD’ê nasnameya 9 şervanên di qezaya helîkopterê de şehîd bûn eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 9 şervanên di qezeya helîkopterê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Li Qamişlo û Reqayê agirê Newrozê hat vêxistin
Gelê ku agirê Newrozê li Qamişlo û Reqayê vêxist, peyama "Meşaleya Newrozê wê timî rêya gelê me ronî bike" dan. -
QSD: Di qezaya helîkopterê de 9 şervanên me şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di 15’ê Adarê de di encama ketina helîkopterê de 9 şervanên wan şehîd bûne. -
TEV-DEM'ê ji bo mezinkirina berxwedanê û rizgarkirina Efrînê bang kir
TEV-DEM'ê bang li hêzên neteweyî, civakê, jin û ciwanan kir ku têkoşîn û dîplomasiyê mezin bikin û Efrînê rizgar bikin. -
Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şiliya zêde lehî rabû, di encama lehiyê de li Kobanê û Hesekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. -
HRE: Hewldana êrîşê ya çeteyan hate şikandin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan êrîşî gundekî Şehbayê bikin, lê hewldana wan hatiye têkbirin. -
Ciwanên Ereb Komkujiya Helebceyê şermezar kirin
Ciwanên Ereb ên Reqayê di salvegera 35’an de şehîdên Helebceyê bi bîr anîn û êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî ku qirkirina Kurdan dikin armanc jî şermezar kirin. -
Ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê 5 deqe rêz hate girtin
Hemû Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên Helebceyê ji bo 5 deqeyan li ber navendên xwe rêz girtin. -
Esad şertê hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad diyar kir ku dema dewleta Tirk amade bû hêzên xwe 'bi rengekî eşkere û bêteredût vekişîne' hingî wê karibe bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. -
Li Til Hemîsê şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê hatin bîranîn
Li navçeya Til Hemîs a Qamişloyê 41 şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku îsal li cihên cuda şehîd bûn, hatin bîranîn. -
MSD: Divê hemû hêzên demokratîk tevlî diyalogê bibin
MSD “Divê hemû hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî tevlî diyaloga neteweyî bibin.” -
PYD: Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e
Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di salvegera destpêkirina aloziyê de, rêveberiya xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan modela herî baş e. -
Agirê Newrozê li Kobanê hate dadan
Agirê Newrozê li navçeya Şêran a Kobanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatin qîrîn. -
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê yê şervanê QSD’ê hat kirin
Gelê Amûdê, çû serdana konê sersaxiyê ku ji bo şervanê QSD’ê Qehreman Qamişlo hat danîn. -
‘Bi coşa Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin’
Mamoste û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo amadekariyên Newrozê goti "Em ê bi coşa Newrozê azadiya fîzîkî a Rêber Apo teqez bikin "