Li Qamişlo û Reqayê agirê Newrozê hat vêxistin
Gelê ku agirê Newrozê li Qamişlo û Reqayê vêxist, peyama "Meşaleya Newrozê wê timî rêya gelê me ronî bike" dan.
Gelê ku agirê Newrozê li Qamişlo û Reqayê vêxist, peyama "Meşaleya Newrozê wê timî rêya gelê me ronî bike" dan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Li taxên Tayî û Qidûrbeg ên Qamişlo gel bi cil û bergên xwe yên gelêrî li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin, gel li ber dengê def û zirneyê govend gerand.
Bi boneya Newrozê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran û Meclîsa Sivîl a Reqayê li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê kom bûn. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de Newroz hate pîrozkirin û wiha hate gotin:
"Cejna Newrozê serkeftineke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirovan ji zilm, koletî û pêkanîna azadiyê û vejîna nû ya xwezayê ye ku ruhê rizgarî û hevgirtina pêkhateyan vedihewîne, li ser azadiyê îsrar dike, li hember zilm û zordariyê disekine. Her wiha li dijî tundî û qirkrinê radibe.
Pîrozkirina gelê me yê Kurd û gelên herêmê ji vê boneyê re û parastina mîrasa xwe ya dîrokî û pêkanîna wê di projeya Rêveberiya Xweser de bi rêya hevgirtinê û dayîna şehîdan israra li ser azadî û rizgariya ji zilmê ye.
Ev proje, projeya Rêveberiya Xweser ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in, nûnertiya meşaleya rihê Newroz, wate û mîrasa wê ya gewre û mezin dike.
Bi hatina Newrozê re, em vê boneyê li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû gelên cîhanê pîroz dikin û bi hêvî ne ku xêr dewam bike. Em piştrast dikin ku em ê li ser têkoşîna di oxira rizgarî, demokrasî û parastina yekitiya gelên me û yekitiya wan li hember projeyên tesfiyekirin û înkarkirinê de dewam bikin.
Em soza xwe ya şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna armancên gelê me yên ber bi avakirina civakeke demokratîk a azad a xwedî vîn û biryar, nû dikin.
Bi vê boneyê em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyî û hêzên navneteweyî dikin ku kedên cidî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li ser bingeha demokrasiya pirreng bidin û tawîzê li hember her tişt li pêş lihevkirina ji bo berjewendiya Sûriyeyê û gelê wê dibe asteng, bidin.
Em amade ne rola xwe ya berpirs di pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî yên Sûriyeyê de bidin û têkoşîna xwe li dijî terorê û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî dewam bikin.
Wê meşaleya Newrozê her tim bimîne rêça gelê me û em ê bi ruhê Newrozê civaka xwe rizgar bikin, Sûriyeyeke hevgirtî û yek ava bikin, armancên gel û şehîdên xwe yên azadiyê pêk bînin.
Newroz pîroz be."
Piştî xwendina daxuyaniyê agirê Newrozê hat vêxistin.
Di 19’ê Adarê de li Tebqa, 20’ê Adarê li Minbicê û 21’ê Adarê li Cizîr, Firat, Şehba û Dêrazorê wê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.