Li Kobanê û Hesekê ji ber lehiyê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şiliya zêde lehî rabû, di encama lehiyê de li Kobanê û Hesekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şiliya zêde lehî rabû, di encama lehiyê de li Kobanê û Hesekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şiliya zêde lehî rabû, çalên avî çêbûn. Di encama wê de jî 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Eymen Hisên El Ehmed (14) ji gundê El Mebtoh ê bajarokê El Xira yê herêmê çiyayê Kizwan ê Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Zaroka din jî bi navê Şêrîn Ehmed (3) a ji Taxa Botan a rojavayê Kobanê ye.