HRE: Hewldana êrîşê ya çeteyan hate şikandin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan êrîşî gundekî Şehbayê bikin, lê hewldana wan hatiye têkbirin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan êrîşî gundekî Şehbayê bikin, lê hewldana wan hatiye têkbirin.
Di daxuyaniya HRE'yê de hate gotin, "Êvara 15'ê Adarê saet di 19:15'an de komeke çete ya ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, hewl da êrîş bir ser gundê Til Enab ê herêma Şehbayê."
HRE'yê got, "Hêzên me bersiv dan çeteyan û hewldana êrîşê şikandin. Di şer de kuştî ji çeteyan çêbû."