Esad şertê hevdîtina bi Erdogan re eşkere kir

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad diyar kir ku dema dewleta Tirk amade bû hêzên xwe 'bi rengekî eşkere û bêteredût vekişîne' hingî wê karibe bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad ji ajansa nûçeyan a Rûs Rîa Novos re axivî. Esad piştî hevdîtina bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re ku li Moskowayê pêk anî, ji Rîa Novostî re got, "Dema ku Tirkiye amade bû ku bêteredût û bi eşkere ji xaka Sûriyeyê bi temamî vekişe, wê karibe bi Erdogan re hevdîtinê bike."

Esad bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo komên çete û diyar kir ku divê Enqere bes piştgiriyê bide 'terorîzmê'.

Esad got, "Yekane senaryoya hevdîtinek bi Erdogan re bi vî rengî ye."

Serokdewletê Sûriyeyê got, "Eger nebe sedema bidawîbûna şerê li Sûriyeyê hingî çi pêwîstî bi civîneke bi vî rengî heye?"