Ciwanên Ereb Komkujiya Helebceyê şermezar kirin
Ciwanên Ereb ên Reqayê di salvegera 35’an de şehîdên Helebceyê bi bîr anîn û êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî ku qirkirina Kurdan dikin armanc jî şermezar kirin.
Ciwanên Ereb ên Reqayê di salvegera 35’an de şehîdên Helebceyê bi bîr anîn û êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyewî ku qirkirina Kurdan dikin armanc jî şermezar kirin.
Di salvegera 35’an de ciwanên Ereb ên Reqayê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û êrîş şermezar kirin.
Ciwanan berî daxuyanî bidin ji bo bîranîna şehîdan 5 deqe rawestiyan. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Ciwanên Pêşerojê û Desteya Werzîşê ya Ciwanên Reqayê daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Bûşra Ehmed ve hate xwendin.
Ehmed şehîdên komkujiyê bibîr anî û destnîşan kir ku armanca êrîşên rejîma Baasê ya bi çekên kîmyewî ya li Helebce qirkirina gelê Kurd e.
Her wiha Ehmed di salvegera Komkujiya Helebceyê de bal kişand ser êrîşên çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Ehmed anî ziman ku armanca dagirkeran tinekirina gelê Kurd e.
Herî dawî Bûşra Ehmed anî ziman ku ew ciwan wê heta dawî li dijî êrîşan rabin û bi erka xwe ya pêşengtiyê têkoşînê bikin.