‘Gelê Kurd li dijî hemû qirkirin û komkujiyan jî Newroz pîroz dikir’

Di salên navîn a sedsala çûyî de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê bi rengê ku niha tê pîrozkirin, pîroz nedikirin. Tenê bi rengê seyranan û gerandina govendên biçûk sînordar dima.

Piştî ku dewleta Sûriyeyê serxwebûna xwe ji Fransayê di sala 1944'an de îlan kir, vê carê bi destê dewleta Sûriyeyê hemû maf û hiqûqên gelê Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatin standin, her wiha heya salên 1985'an Kurdan li Sûriyeyê, bi kelecan û coş nedikarîn Newrozê pîroz bikin. Bi seyran û govendên biçûk a di nav malbatê de Newroz dihat pîrozkirin. Ango beriya avabûna PKK’ê Newroz bi rengekî bê ruh û nezindî dihat pîrozkirin. Bi avabûna PKK’ê re û bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev rewş hat guhertin.

Emîne Zênkî ku yek ji jinên Efrînê ji gundê Mamila ya girêdayî navçeya Mabata ye her wiha endama Koma Engîzekê ye ku di sala 1989'an de li Efrînê hatiye demezrandin û niha endama TEV-ÇAND’ê ya herêma Efrînê ye behsa wan rojan dike û wiha dibêje: “Em niha di meha Adarê de ne. Mehek e ku hem berxwedaniya xwe hem jî serkeftinên xwe hene her wiha di vê mehê de me berdêlên pir giran jî dane lê li hemberî wê destkeftiyên pir mezin jî me bi dest xistine. Ger em behsa Newrozê berî salên 1985'an bikin em dikarin bibêjin ku, beşek ji civaka me nas dikirin ku boneyeke netewî û Kurdî ye. Her wiha beşa din a civakê jî tenê bi rengê seyranê lê dinêrî her wiha me digot ku di wê rojê em weke gelê Kurd azad bûne. Ji ber wê pêwîst e em govendê biçûk bigerînin û xwarinên xweş bixwin. Me bi vî rengê li Newrozê dinihêr û ev zihniyet jî dijminên Kurdistanê bi me dabûn naskirin. Heya agirê Newrozê jî tenê me bi rengî ku semboleke xwerû ye û normal e lê dinêrî.”

‘TEVÎ KU GEL DI QIRKIRINÊ RE DERBAS BÛ, NEWROZ WINDA NEBÛ'

Emîne Zênkî diyar kir ku dema gelê Kurd dixwest Newrozê pîroz bikin rastî êrîşên destgîrkirin, revandin û kuştinê dihatin û got: “Ji ber wê metrisiyeke mezin ji aliyê gelê Kurd ve dihat jiyîn û li pêşiya şahiyên Newrozê yên mezin dihatin girtin. Her wiha ruxmî ku gel rojane rastî qirkirinê û helandinê dihat, lê xwesteka gel ji bo wan pîrozbahiyên biçûk jî nedihat sekinandin. Malbatên ku ciwanên xwe hene ji bo vêxistina agirê Newrozê di nav liv û tevgerê de bûn û her wiha hin malbatan jî dixwestin li pêşiya ciwanên xwe bigirin ji ber ku rejîma Sûriyeyê qedexe kiribû ku agir di wê şevê de were vêxistin. Lê bi rengekî dizî ciwanan tekerên wesayîtan, şivikên zeytûnên yên hişk dibirin û li serê Çiyayên Efrînê peyva Newrozê li ser wan çiyeyan bi agir xêz dikirin.”

 

Endamekî din ê TEV-ÇAND’ê ya herêma Efrînê Henan Sîdo da zanîn ku ew ne di kûrahiya peyva Newrozê de bûn û ev tişt got: “Rast e ku berî salên 1985'an li Rojavayê Kurdistanê hin partiyên Kurdan hebûn. Lê mixabin wateya Newrozê bi gelê Kurd nehatibû naskirin hin kesan çîrok digotin ku Newroz tenê bi seyranekê tê pîrozkirin û bi xwarinên xweş tê derbaskirin. Ji ber wê hemû gel di roja Newrozê diçûn deverên cuda cuda û bi gerandina govendên biçûk ew roj derbas dikirin. Li kêleka wê jî rola Rêjîma Sûriyeyê jî di vê naskirinê de hebû û dixwestin her tim gelê Kurd nekeve kûrahiya roja Newrozê.”

ÇIQAS ZORÎ HEBÛNA JÎ, AGIRÊ NEWROZÊ DIHAT VÊXISTIN

Henan Sîdo di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku li gorî xeteriya vêxistina agirê Newrozê gelê me bi coşeke mezin û bidizî ew agir geş dikir û got: "Her rojek ji 21’ê Adarê agir dihat vêxistin. Bi rastî jî di wê demê de pir zor û zehmetî hebûn. Rejîma Sûriyeyê bi hemû hêzên xwe dixwestin ev agir neyê vêxistin. Lê coşa gel û girêdan wan bi ruhê welatparêziyê; eger çiqes jî zehmetî hebûya û berdêlên mezin jî heban ew agirê Newrozê dihat vêxistin."