QSD: Di qezaya helîkopterê de 9 şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di 15’ê Adarê de di encama ketina helîkopterê de 9 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dema şervanên wan ên endamên Yekîneyên Antîterorê ji bo perwerdeyê diçûn bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistnê, helîkopterên ku hêzên wan vediguhastin, ketine û 9 şervanên wan şehîd bûne.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Di çarçoveya tekoşîna li dijî şaneyên DAÎŞ ê, yekîneyek ji yekîneyên Antî Teror YAT ên girêdayî hêzên me berê xwe da Başûrê Kurdistanê bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyê di êvara 15ê Adara 2023an de, du bilafirên ku şervanên me vedguhestin wê heremê ji ber rewşa ne baş ya hewayê ket xwarê û 9 şervanên me bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antîteror şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de şervan û fermandarê xwe ê herî baş feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerên dijwar kirin. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne di şerê li dijî DAÎŞ‘ê de û bi awayekî aktîf tekoşîn dikin ji bo pêşxistina şiyanên xwe yên şer û teknîkî û bihêzkirina mekanîzmayên çalakiya hevbeş li herêmê ligel hêzên cuda yên ku şer DAÎŞ dikin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî a pîroz.

Di heman demê de em bang li rayedarên peywendîdar ên herêma başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan û gihandina wan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li gorî rêgez û kevneşopiyan tevbigerin.”