ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran êriş kirin: 2 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya bejahî ya M4 a Eyn Îsayê êriş kirin. Di encamê de 2 kes birîndar bûn. -
'Ne darvekirin ne jî girtin wê nikaribin li pêşiya çapemeniya azad bibin asteng'
Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanînên li dijî rojnamevanan ên li Îranê û li Başûrê Kurdistanê şermazar kirin. -
Konferansa Desteya Tenduristiyê: Bihêlin bijîşk û parêzer biçin Îmraliyê
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nirxandina encamên tecrîdê yên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferans lidar xist û ev bang kir, “Bihêlin bijîşk û parêzer biçin Îmraliyê û rewşa Rêbertî kontrol bikin.” -
Li Minbicê bilançoya Tîrmehê: 13 dagirker hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku di meha Tîrmehê de di encama êrîş û pevçûnên ligel dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 13 dagirker hatine kuştin û 35 jî birîndar bûn. Her wiha hate diyar kirin ku di encama şer de 6 şervanên wan jî şehîd bûne. -
HAT'ê li Kampa Holê şaneyeke DAÎŞ'ê têk bir: 7 kes hatin binçavkirin
Hêzên Antî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (HAT) li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ'ê girtin. -
Nûçegihanên Efrîn-Şehbayê cezakirina Silêman Ehmed şermezar kirin
Nûçegihanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku hikumeta PDK'ê bi tawanên bêbingeh ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birî ye û destnîşan kirin ku ew vê yekê red dikin. -
Radyoya Dengê Jiyanê di sala xwe ya 7’emîn de ye
Radyoya Dengê Jiyanê ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê Erebî weşanê dike, di sala xwe ya 7’emîn de weşangeriyeke li ser bingeha heqîqeta gelan ku dîrokê ronî dike, esas digire. -
Li Reqayê 400 şervan beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê bûn
Li Reqayê 400 şervanên ku perwerdeya xwe temam kirin, beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê bûn û dest bi wezîfeya xwe kirin. -
Paqijiya etnîkî: Dewleta Tirk 600 kesên din li Girê Spî bi cih kir
Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yênk guhertina demografiyê de 600 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê dersînor kir û şand Girê Spî. -
Li Şêrawayê di êrişê de 2 kes birîndar bûn
Di encama bombardûman dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Bênê yê Şêrawayê 2 kes birîndar bûn. -
Nasnameya 2 şehîdên HRE'yê hate eşkerekirin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir, ku yek jê 29'ê Tîrmehê di şer de şehîd bû, yek jî di encama nexweşiyê de şehîd bû. -
Çeteyên dewleta Tirk daristanên Efrînê dişewitînin
Hate ragihandin, ku çeteyên dewleta Tirk van rojên dawî 230 hektar qadeke daristanî ya Efrînê şewitandine û rojane daran dibirin. -
'Bi hatina Rêbertî re li Kobanê guherîna civakî destpê kir'
Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979'an hat Kobanê guhertineke girîng di nava civakê de pêk anî. Omer Elûş hest û çavdêriyên xwe yên wê demê parve kir û qala dîsîplîn, pêşdîtin û rêbaza guhertina mirovan a Abdullah Ocalan kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fecir El Esaf yê di 26’ê Tîrmehê de li Dêrazorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin. -
Hîlala Zêrîn û TEV Çand: Em ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin
Hîlala Zêrîn û TEV Çand bertek nîşanî êrîşa li dijî kesên ku li ber stranên Kurdî govendê digerînin, dan û diyar kirin ku ew ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin. -
Li Reqayê ji bo Efrînê çalakî hat lidarxistin
Yekîtiya Efrînê ya Civakî têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker a li Efrîna dagirkirî daxuyanî da. -
YRJ û YRA: Biryarên darvekirinê tirsa rejîmê nîşan didin
YRJ û YRA’yê cezayên li rojnamevan Silêman Ehmed, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatine birîn, bi daxuyaniyê şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî cezayê ku li Silêman Ehmed hatî birîn, da
Daîreya Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku cezayê ku dadgeha PDK’ê li Rojnamevan Silêman Ehmed birî, ne rewa ye û got ku ev ceza ne li gorî standart û qanûnên navneteweyî ye. -
Dewleta Tirk di nava mehekî de, herî kêm 28 kes revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê di nava mehekî de herî kêm 28 kes revandin. -
Endamên Malbatên Şehîdan îxaneta PDK'ê şermezar kirin
Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê îxaneta PDK'ê û hevkariya wan bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û gotin, ''Gerîla zarokên me ne û em ê heta dawiyê xwedî li wan derkevin.” -
‘Tevgerên Kurdistanî divê Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin’
Nûnera Partiya Nûjenî û Demokrasî ya Sûriyê Heyfa Mehmûd, piştgiriya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê rexne kir û bang li hemû tevger, partî û pêkhateyên Kurdistanî kir ku parastina Kurdistanê bikin. -
Li Rimêlanê 51 şehîd hatin bîranîn
Li bajarokê Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê, 51 şehîd hatin bîranîn. -
Çeteyên dewleta Tirk 2 kes revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du kesên bi navê Mihemed Îzet Koçer û Îsa Xelef revand. -
‘Ciwanên me ji bo siberojeke azad xwe di sîwanên YPG/YPJ’ê de perwerde kirin’
Rêveberê Partiya Tahaluf Ehmed Hiso, diyar kir ku komujiya Til Hasil-Til Eranê bi armanca qirkirina gelê Kurd hatiye pêkanîn û got, “Ciwanên me ji bo siberojeke azad xwe di sîwanên YPG/YPJ’ê de perwerde kirin.” -
Şehîdên komkujiya Qamişloyê hatin bîranîn
Bi wesîleya salvegera 8’emîn a komkujiya Qamişloyê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.